Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 924 kesan, 16 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî bû 219 hezar û 641, jimara miriyan derket 5 hezar û 491an.
Li gor daneyên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Turkiyeyê " ya ku di malpera Wezareta Tenduristiyê da cî digire û Wezîr Fahrettîn Koca jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir îro 41 hezar û 310 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 924 kesan. Di 24 saetên dawîn da 16 nexweşan wefat kir û 997 kes baş bûn.
Jimara testan bi tevahî derket 4 milyon û 273 hezar û 377an, jimara waqieyan derket 219 hezar û 641an, jimara wefatan jî derket 5 hezar û 491an.