Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 183 hezar û 3 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 12 hezar û 194 kes pozîtîf derketin, 194 kesan canê xwe ji dest da.
Nexweşên giran bûn 32013, 8 hezar û 211 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 172 hezar û 251.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji ser hesabê xwe yê twîtterê de got: "Îro 1370 nexweş hatin tesbîtkirin. Roj bi roj hejmara nexweşên rewşgiran kêmtir dibe."
Koca: "Di zêdebûna pêketinên aktîf de zêdebûneke sînordar berbiçav dikeve. Sînordarkirin û tedbîr hê bêtir encamê didin."
AA