Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 180 hezar û 303 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 10 hezar û 220 kes pozîtîf derketin, 174 kesan canê xwe ji dest da.
Nexweşên giran bûn 2783, 10 hezar û 301 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 208 hezar û 451.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yên Twîtterê de got: "Daketina hejmara nexweşên giran bi awayekî hêvîbexş didome. Çeka me ya herî mezin tedbîr e"
Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Heta bernameya vaksînê biqede pabendiya sînordarkirin û tedbîran gelekî giring e. Emê pêkve biser kevin."
AA