Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 179 hezar û 208 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 9 hezar û 809 kes pozîtîf derketin, 171 kesan canê xwe ji dest da.
Nexweşên giran bûn 2701, 10 hezar û 13 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 218 hezar û 464.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca: "Îro 983 nexweş hatin tesbîtkirin. Piştî maweyeke dirêj hejmara nexweşên rojane daket biniya 1000î."
Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Daketina hejmara nexweşên giran berdewam e. Emê bi pabendiya sînordarkirin û tedbîran derbasî vaksînê bibin."