Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 5 hezar û 862 kes pozîtîf derketin, 164 kes mirin.

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 151 hezar û 342 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 5 hezar û 862 kes pozîtîf derketin, 1645 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 151 hezar û 342 test hatin kirin, testa 5 hezar û 862 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 27 milyon û 523 hezar û 423yan.

Îro 1645 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 24 hezar û 161ê.

Nexweşên giran bûn 2 hezar 183, 7 hezar û 905 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 270 hezar û 769an.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 5,1 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 45,5 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 59,8 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 31,2 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE