Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn de 140 kesan canê xwe ji dest da.

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 148 hezar û 425 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 5 hezar û 277 kes pozîtîf derketin, 140 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. 

Li gorî daneyên rojane îro 148 hezar û 425 test hatin kirin, testa 5 hezar û 277 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 28 milyon û 497 hezar û 425an. 

Îro 140 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 25 hezar û 73yan. 

Nexweşên giran bûn 1905, 56 hezar û 860 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 307 hezar û 721.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 5,1 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 45,5 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 59,8 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 31,2 ye. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE