Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 931 kesan.

Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 931 kesan, 17 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî bû 220 hezar û 572, jimara miriyan derket 5 hezar û 508an. 

Li gor daneyên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Turkiyeyê " ya ku di malpera Wezareta Tenduristiyê da cî digire û Wezîr Fahrettîn Koca jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir îro 43 hezar û 404 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 931 kesan. Di 24 saetên dawîn da 17 nexweşan wefat kir û 992 kes baş bûn.

Jimara testan bi tevahî derket 4 milyon û 316 hezar û 781an, jimara waqieyan derket 220 hezar û 572an, jimara wefatan jî derket 5 hezar û 508an.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE