Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

 Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de testên 8 hezar û 424 kesan pozîtîf derketin.

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 109 hezar û 639 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 8 hezar û 424 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 701 hezar 588an.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. 

Li gorî daneyên rojane îro 109 hezar û 639 test hatin kirin, testa 8 hezar û 424 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî bû 33 milyon û 175 hezar û 016.

Îro 66 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê bû 28 hezar û 569.

Nexweşên giran bûn 1200, 5 hezar û 297 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 572 hezar û 234.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 4,2 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 48,5 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 60,3 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 30,4 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE