Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

 Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de testên 9 hezar û 891 kesan pozîtîf derketin.

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 130 hezar û 536 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 9 hezar û 891 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 711 hezar 479an.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. 

Li gorî daneyên rojane îro 130 hezar û 536 test hatin kirin, testa 9 hezar û 891 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî bû 33 milyon û 305 hezar û 552.

Îro 69 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê bû 28 hezar û 638.

Nexweşên giran bûn 1215, 5 hezar û 947 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 578 hezar û 181.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,6 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 49,1 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 63,2 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 28,3 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE