Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

 Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de testên 11 hezar û 322 kesan pozîtîf derketin.

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 137 hezar û 885 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 11 hezar û 322 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 746 hezar 158an.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. 

Li gorî daneyên rojane îro 137 hezar û 885 test hatin kirin, testa 11 hezar û 322 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî bû 33 milyon û 716 hezar û 746.

Îro 68 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê bû 28 hezar û 839.

Nexweşên giran bûn 1220, 7 hezar û 873 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 601 hezar û 137.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,6 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 49,1 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 63,2 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 28,3 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE