Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

 Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de testên 11 hezar û 187 kesan pozîtîf derketin.

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 129 hezar û 299 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 11 hezar û 187 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 780 hezar 417an.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. 

Li gorî daneyên rojane îro 129 hezar û 299 test hatin kirin, testa 11 hezar û 187 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî bû 34 milyon û 122 hezar û 851.

Îro 65 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê bû 29 hezar û 030.

Nexweşên giran bûn 1261, 7 hezar û 785 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 623 hezar û 924.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,6 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 49,1 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 63,2 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 28,3 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE