Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

 Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de testên 15 hezar û 82 kesan pozîtîf derketin.

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 150 hezar û 98 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 15 hezar û 82 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 866 hezar 12an.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. 

Li gorî daneyên rojane îro 150 hezar û 98 test hatin kirin, testa 15 hezar û 82 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî bû 34 milyon û 993 hezar û 578.

Îro 65 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê bû 29 hezar û 421.

Nexweşên giran bûn 1350, 15 hezar û 287 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 866 hezar û 12.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,8 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 51,5 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 62,4 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 31,0 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE