Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn de 50 hezar û 678 kes pozîtîf derketin.

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 294 hezar û 274 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 50 hezar û 678 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 3 milyon û 849 hezar 11an. 

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 294 hezar û 274 test hatin kirin, testa 50 hezar û 678 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî bû 41 milyon û 591 hezar û 591.

Îro 237 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê bû 33 hezar û 939.

Nexweşên giran bûn 2 hezar û 824, 30 hezar û 194 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 3 milyon 331 hezar û 411.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,1 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 55,7 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 66,5 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 33, ye. Têkra dema tesbîta temasdaran 9 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE