Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 928 kesan

Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 928 kesan, 18 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî bû 221 hezar û 500, jimara miriyan derket 5 hezar û 526an. 

Li gor daneyên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Turkiyeyê " ya ku di malpera Wezareta Tenduristiyê da cî digire û Wezîr Fahrettîn Koca jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir îro 42 hezar û 846 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 928 kesan. Di 24 saetên dawîn da 18 nexweşan wefat kir û hezar û 9 kes baş bûn.

Jimara testan bi tevahî derket 4 milyon û 359 hezar û 627an, jimara waqieyan derket 221 hezar û 500an, jimara wefatan jî derket 5 hezar û 526an.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE