Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de testa 9 hezar û 375 kes pozîtîf derketin, 175 kesan canê xwe ji dest da.

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 223 hezar û 104 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 9 hezar û 375 kes pozîtîf derketin, 175 kesan canê xwe ji dest da.

Nexweşên giran bûn 1667, 11 hezar û 192 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 5 milyon 45 hezar û 508.

Wezareta Tendirustiyê ji bo 15-21ê gulanê li ser asta wîlayetan hejmarên pêketinên Kovîd-19ê ku di her ji 100 kesî de tê dîtin, ragihandin.

Li ser asta wîlayetan hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ya heftane di her ji 100 hezar kesî de, li Stenbolê 123,88, li Enqereyê 123,02, li Îzmîrê 72,75 e.

Li gorî daneyên heftane Gumuşhane, Erzurum, Bolu, kutahya û Qers li ser asta her ji 100 hezar kesî de, bûn wîlayetên ku herî zêde pêketiyên Kovîd-19ê li wan hatin dîtin.

Li gorî daneyên heftane Osmaniye, Hatay, Adana, Aydın û Mersin li ser asta her ji 100 hezar kesî de, bûn wîlayetên ku herî kêm pêketiyên Kovîd-19ê li wan hatin dîtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE