Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 902 kesan.

Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 902 kesan, 19 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî bû 222 hezar û 402, jimara miriyan derket 5 hezar û 545an. 

Li gor daneyên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Turkiyeyê " ya ku di malpera Wezareta Tenduristiyê da cî digire û Wezîr Fahrettîn Koca jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir îro 43 hezar û 404 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 902 kesan. Di 24 saetên dawîn da 19 nexweşan wefat kir û hezar û 203 kes baş bûn.

Jimara testan bi tevahî derket 4 milyon û 403 hezar û 031an, jimara waqieyan derket 222 hezar û 402an, jimara wefatan jî derket 5 hezar û 545an.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE