Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 6 hezar û 454 kesan pozîtîf derket, 87 kes mirin

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 224 hezar û 193 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 6 hezar û 454 kes pozîtîf derketin, 87 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 224 hezar û 193 test hatin kirin, testa 6 hezar û 454 kesan pozîtîf derket, 87 kesan canê xwe ji dest da, hejmara nexweşan bû 558.

Hejmara nexweşên giran bû 1018. Di 24 saetên dawîn de dermankirin/karantînaya 6 hezar û 647 kesan  qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 5 milyon 179 hezar û 833.

Hejmara testan gihişt 56 milyon û 123 hezar û 336, hejmara pêketiyan bû 5 milyon û 306 hezar û 690, hejmara miriyan bû 48 hezar û 428.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 2,7 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 49,9 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 60, e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 27,8 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 7 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE