Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 6 hezar û 261 kesî pozîtîf derket, 69 kes mirin

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn da 224 hezar û 128 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 6 hezar û 261 kesî pozîtîf derket, 69 kes mirin

Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Türkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin. 

Li gor vê di 24 saetên dawîn da 224 hezar û 128 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 6 hezar û 261 kesî pozîtîf derket, 69 kes mirin, jimara nexweşan jî bû 561. 

Jimara nexweşên giran bû 997, tedawî/karantînaya Kovîd-19ê ya 6 hezar û 217 kesan xilas bû û jimara başbûyiyan derket 5 milyon û 192 hezar û 945an.

Jimara testan derket 56 milyon û 570 hezar û 784an, jimara waqieyan derket 5 milyon û 319 hezar û 359an, jimara miriyan derket 48 hezar û 593yan. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE