Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 5 hezar û 846 kesan pozîtîf derket, 53 kes mirin

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 229 hezar û 846 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 5 hezar û 846 kes pozîtîf derketin, 53 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 229 hezar û 846 test hatin kirin, testa 5 hezar û 846 kesan pozîtîf derket, 53 kesan canê xwe ji dest da, hejmara nexweşan bû 510.

Hejmara nexweşên giran bû 730. Di 24 saetên dawîn de dermankirin/karantînaya 6 hezar û 536 kesan  qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 5 milyon 287 hezar û 94.

Hejmara testan gihişt 60 milyon û 558 hezar û 812, hejmara pêketiyan bû 5 milyon û 420 hezar û 156, hejmara miriyan bû 49 hezar û 687.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,7 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 52,4 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 61,5 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 28,1 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE