Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 14 hezar û 230 kesan pozîtîf derket, 55 kes mirin

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawînde 223 hezar û 837 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 14 hezar û 230 kes pozîtîf derketin, 55 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 223 hezar û 837 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 14 hezar û 230 kes pozîtîf derketin, 55 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan gihişt 5 hezar û 211.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 63,61, ya doza duyem jî weke 36,80 hat tomarkirin.

Di çarçoveya Kovîd-19ê de heta îro 39 milyon û 482 hezar û 796 kesan doza yekem û 22 milyon û 840 hezar û 591 kesî doza duyem û herwiha 3 milyon û 819 hezar û 417 kesî jî doza sêyem derzî li xwe dane. Bi giştî 66 milyon û 142 hezar û 804 doz derzî hatine lêdan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE