Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 16 hezar û 809 kesan pozîtîf derket, 63 kes mirin.

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawînde 224 hezar û 198 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 16 hezar û 809 kes pozîtîf derketin, 63 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 224 hezar û 198 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 16 hezar û 809 kes pozîtîf derketin, 63 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan gihişt 5 hezar û 585.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 64, ya doza duyem jî weke 38,21 hat tomarkirin.

Di çarçoveya Kovîd-19ê de heta îro 39 milyon û 726 hezar û 15 kesan doza yekem û 23 milyon û 714 hezar û 368 kesî doza duyem û herwiha 4 milyon û 26 hezar û 403 kesî jî doza sêyem derzî li xwe dane. Bi giştî 67 milyon û 466 hezar û 786 doz derzî hatine lêdan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE