Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de ji testên Kovîd-19ê 26 hezar û 398 pozîtîf derketin, 213 kes mirin

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

 Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 338 hezar û 873 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 26 hezar û 398 kes pozîtîf derketin, 213 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 338 hezar û 873 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 26 hezar û 398 kes pozîtîf derketin, 213 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 27 hezar û 160 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 84,86 ya doza duyem jî weke 67,70 hat tomarkirin.

Di çarçoveya Kovîd-19ê de heta îro li Tirkiyeyê bi giştî 105 milyon û 110 hezar û 950 aşî hatiye kirin.

Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 216 hezar û 856 kesan doza yekem û duyem û sêyem derzî li xwe dane.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE