Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn de testên 27 hezar û 688 kesan pozîtîf derketin, 231 kes mirin.

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

 Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 346 hezar û 435 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 27 hezar û 688 kes pozîtîf derketin, 231 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. 

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 346 hezar û 435 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 27 hezar û 688 kes pozîtîf derketin, 231 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 27 hezar û 949 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 85,10 a doza duyem jî weke 68,13 hat tomarkirin.

Di çarçoveya Kovîd-19ê de heta îro li Tirkiyeyê bi giştî 105 milyon û 611 hezar û 261 aşî hatiye kirin.

Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 500 hezar û 311 kesan derzî li xwe dane.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE