Hat ragihandin ku li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşhîsa Kovîd-19 dane 3 hezar û 13 kesan, 76 kes mirin, jimara waqieyan derket 23 hezar û 934an, jimara miriyan jî derket 501î, jimara kesên ji nexweşxaneyê hatin derxistin jî derket 786an.
Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê" ya ku li ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire îro 19 hezar û 664 test hatin çêkirin. Di vê çarçoveyê da teşhîsa Kovîd-19ê dane 3 hezar û 13 kesan.
Di 24 saetên dawîn da 76 nexweşan wefat kir û 302 nexweş baş bûn û ji nexweşxaneyê derxistin.
Jimara testan bi tevahî bû 161 hezar û 380, jimara waqieyan derket 23 hezar û 934an, jimara kesên wefat kirin 501, jimara nexweşên di unîteya nexweşiyên giran da 1311, jimara nexweşên entube yên giştî 909 jimara nexweşên baş bûn jî derket 786an.
- Di jimara kesên baş bûn da zêdebûneke girîng çêbû
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê" ji ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir.
Koca di parvekirina xwe da destnîşan kir ku heta îro 161 hezar û 380 test hatin çêkirin, ji vana ji sedî 12,18 di 24 saetên dawîn da hatin çêkirin.
Koca bal kişand ser jimara nexweşên ji nexweşxaneyên hatin derxistin û got ku "Di jimara nexweşên me yên baş bûn da zêdebûneke girîng çêbû. Duh jimara nexweşên baş bûn 484 bû, îro ev jimar derket 786an. Vîrus hêza xwe ji atmosfera têkiliyê hiltîne. Em vê firsendê nedin vîrusê."AA