Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 440 hezar û 17 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 94 hezar û 783 kesan pozîtîf derket, 174 kes mirin.
Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"yê parve kir.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 440 hezar û 17 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 94 hezar û 783 pozîtîf derketin, 174 kes mirin. Hejmara kesên qenc bûn jî 83 hezar û 261 e.
Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 92,48 a doza duyem jî weke 84,37 hat tomarkirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 141 milyon û 703 hezar û 801 doz aşî hatiye kirin.
AA