Kovid-19|"çareserkirina kêmasiyên hatine tesbîtkirin tercihek nîne berpirsiyariyeke siyasî ye"

"Li gorî dersên ji şewbê hatin hildan ji bona nifşên di pêşerojê da divê pergala piralî li hember talûkeyên tenduristiyê yên gerdûnî bê amadekirin û zeximkirin."

Kovid-19|"çareserkirina kêmasiyên hatine tesbîtkirin tercihek nîne berpirsiyariyeke siyasî ye"

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Alîkariya ji bona girseyên di rewşa neyînî da ne derfetên aşî, teşhîs, derman û parastina şexsî bi dest bixin him mafê tenduristiyê yê gerdûnî û him jî mecbûriyeteke exlaqî ye."

Erdogan di çarçoveya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî da ji "Civîna Gerdûnî ya Kovîd-19ê" ra bi vîdeoyê peyam şand ku bi mazûvaniya Serokê Amerîkayê Joe Bîden onlîne hat lidarxistin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir alîkariya ji bona girseyên di rewşa neyînî da ne derfetên aşî, teşhîs, derman û parastina şexsî bi dest bixin him mafê tenduristiyê yê gerdûnî û him jî mecbûriyeteke exlaqî ye.

Erdogan diyar kir li gorî dersên ji şewba Kovîd-19ê hatine hildan ji bona nifşên di pêşerojê da divê pergala piralî li hember talûkeyên tenduristiyê yên gerdûnî bê amadekirin û zeximkirin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir şewbeke nû ya kurewî îhtimal nîne, tenê meseleya demê ye û got ku loma jî çareserkirina kêmasiyên hatine tesbîtkirin tercihek nîne berpirsiyariyeke siyasî ye.

Erdogan diyar kir ku Tirkiye piştî Kovîd-19ê di her warî da ji bona dinyayeke hê zeximtir amade ye ku ji bona hewldanan ciyê xwe bigire.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE