Wezîrê Çandinî û Daristanê Vahît Kîrîşcî der barê şewata daristanê ya li Marmarîsa navçeya Muglayê da got, "Agir hat temirandin, xebatên sarkirinê jî wê heta êvarê û çend rojên din dewam bikin."
Kîrîşcî û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu li Marmarîsê der barê rewşa dawîn a şewata daristanê da li Navenda Kordînasyonê ya Afatê ya Muglayê daxuyanî da rojnamegeran.
Kîrîşcî daxuyand ku ew seba xebera xweş bidin, li hev civiyan û got ku agir hat temirandin û xebatên sarkirinê dewam dikin. Kîrîşcî wiha dewam kir, "Serokomarê me duh di ziyareta xwe da gotinên biîhtiyat gotin, em dikarin wan gotina revîze bikin û bibêjin ku êdî agir hat temirandin, xebatên sarkirinê jî wê heta êvarê û çend rojên din dewam bikin."
AA