Kujerê êrîşa xayîn hat qefaltin

Êrîşkarê ku li Diyarbekirê polîs Atakan Arslan şehîd kiribû, hat binçavkirin

Kujerê êrîşa xayîn hat qefaltin

Êrîşkarê ku li Diyarbekirê polîs Atakan Arslan şehîd kiribû, li Diyarbekirê hat bınçavkırın. Hejmara êrîşkarên ku hatin binçavkirin bû 3. Lêpirsîna li ser êrîşê dewam dike.

Polîs jê re got “Bisekne!” lê wî bi guleyan bersiv da û Atakan Arslanê polîs şehîd ket.

Bersûcê qatîl piştî bûyerê teslîmî polîsan bû.

Êrîşa li dijî polîs Atakan Arslan roja Şemiyê qewimî.

Arslan û hevkarê wî yê polîs, li Baxleran xwestin ku li nasnameyên 3 kesan binêrin.

Lê yek ji gumanbaran gule berda ser Atakan Arslan.

Derheqê êrîşê de lêpirsîneke berfireh hat vekirin.

Helîkopterên polîsan jî piştgiriyê da operasyonê.

Du kesên ku li cem êrîşkar bûn, di demeke kurt de hatin binçavkirin.

Dohtira rojê tîmên ewlekariyê xebatên lêgerînê zêdetir kirin.

Bersûcê kujer demekê şûn de çû Navenda Polîsan a Baxleran û teslîm bû.

Jêpirsîna bersûcê qetlê û 2 kesên pê re hêj dewam dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE