''Kurê min ez ê li benda te bisekinim''

Uçdag: Ez ewladê xwe dixwazim. Heke HDPyê navbeynkarî nekira nediçû. Kurê min ez ê li benda te bisekinim. Heke min dibînî an dibihîzî bi min ra têkiliyê dayne. Bi tenê teslîmî hêzên ewlekariyê bibe, deriyê min ji bo te her tim vekirî ye."

''Kurê min ez ê li benda te bisekinim''

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 519an da dewam dike.

Mevlude Uçdaga bi wêneya ewladê xwe çalakiyê didomîne got dixwaze bigihîje Ramazanê kurê xwe.

Uçdagê got, "Li avahiya HDPyê qeyda kurê min çêkirin û revandin çiyê. Ji bo wê ez li vê derê çalakiyê dikim." û axatina xwe wiha domand:

"Ez ewladê xwe dixwazim. Heke HDPyê navbeynkarî nekira nediçû. Kurê min ez ê li benda te bisekinim. Heke min dibînî an dibihîzî bi min ra têkiliyê dayne. Bi tenê teslîmî hêzên ewlekariyê bibe, deriyê min ji bo te her tim vekirî ye."

Solmaz Ogrunça dayik a ji bo Baranê kurê xwe yê 5 sal berê di 15 saliya xwe da revandin çiyê ji Wanê hat û beşdarî çalakiyê bû jî diyar kir ku ewladê xwe ji HDPyê dixwaze.

Ogrunçê ogt hetan îewladê xwe hilnede ji pêşiya avahiya partiyê naçe û wiha pê da çû: "Vê partiyê kurê min hilda û bir, teslîmî PKKyê kir. 5 sal li kurê xwe digerim. Zivistan, şilî nexweşî hat lêbelê hetanî kurê xwe hilnedim ji vê derê naçom. Ez li benda Baranê xwe me. Kurê min were, ew der ciyê te nîne. Were vê hesretê xilas bike. Wegere were diya xwe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE