''Kurê min; HDPyê tu xapandî û birî, teslîmî PKKyê kirî, vegere êdî bes e"

''Kurê min; HDPyê tu xapandî û birî, teslîmî PKKyê kirî, vegere êdî bes e"

Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê bi biryardarî didomînin.

Malbatên ku ji revandin û birina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsiyar dibînin, ji 3yê îlona 2019an da çalakiya rûniştinê da destpêkirin û çalakiya wan di roja 762yem da didome.

Necîbe Çîftçî ji bo Roşatê kurê xwe yê ku 6 sal berê di 16 saliya wî da revandun serê çiyê, ji Şemdînliya navçeya Hekariyê hat Diyarbekirê û çalakiya rûniştinê didomîne. Çîftçiyê got ku ew dixwaze bigihîje ewladê xwe.

Dayikê diyar kir ku kurê wê yê mezin Samî Çîftçî jî bavê 4 zarokan bû û ji ber piştgirî nedida PKKya rêxistina terorê, mensûbên rêxistinê ew ji gund revandin û kuştin. Çîftçiyê wiha dewam kir, "Ez ji bo kurên xwe hatim vê derê. Kurê min; HDPyê tu xapandî û birî, teslîmî PKKyê kirî, vegere êdî bes e."

Yusuf Erdînç jî ji bo Mîkaîlê kurê xwe ji Gurpinara navçeya Wanê hatiye û diyar kir ku kurê wî wexta ku di Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê da dixwend, hat xapandin û ji 2015an vir va haya wan jê tuneye.

Erdînç got, "Ez bi hevsera xwe ra hatim HDPyê. Li vê derê li me xistin, ji ser nerdewanan em dehf dan. Ji 2015an vir va ez peyê kurê xwe ketime û ez ê dev jê bernedim." û bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên. ewlahiyê bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE