"Kurê min heger dengê min tê te were teslîm bibe"

Kamile Kuçukdaga dayik: "Duh 4 kesên din jî teslîm bûne, em gelekî şa bûn. Înşelah ên me jî dê werin. Ev kon bû hêvî, gelek kes hatin teslîm bûn"

"Kurê min heger dengê min tê te were teslîm bibe"

 Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 274emîn.

Kamile Kuçukdaga ji bo Enginê kurê xwe yê 5 sal berê di 15 saliya xwe da revandin çiyê, ji Seyhana navçeya Edeneyê hat beşdarî çalakiyê bû, diyar kir ku heya ew negihîjin zarokên xwe, ew ê çalakiya xwe ya li ber HDPyê bidomînin.

Kuçukdagê got, "Bira zarokên me bidin da ku em herin malên xwe" û wiha axivî, "Ew der heke rêya Xwedê, rêya heq bûya, min ê bigota bira kurê min li wir bimîne. Duh 4 kesên din jî teslîm bûne, em gelekî şa bûn. Înşelah ên me jî dê werin. Ev kon bû hêvî, gelek kes hatin teslîm bûn. Kurê min heger dengê min tê te û heger tu min dibîni were teslîm bibe."

Zumrut Salima ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê hat û ji bo Hamzayê kurê xwe yê 6 sal berê di 14 saliya xwe da revandin çiyê, diyar kir ku heya ew kurê xwe hilnede, ew ê çalakiya xwe bidomîne.

Salimê bal kişand ku kurê wê bi xapandin revandin çiyê û wiha dewam kir, "Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Gelo çi ji zarokên me xwestin, şandin çiyê. Ka ev çi zilm e, tînin serê me."

Salimê herwiha bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha got, "Hamza kurê min were, teslîmî dewleta me bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE