"Kurê min heger vegere wê demê her roj dê bo me bibe Roja Bavan"

Suleyman Aydinê bav: "HDPyê Roja Bavan li me kiriye jehr. Kurê min heger vegere wê demê her roj dê bo me bibe Roja Bavan"

"Kurê min heger vegere wê demê her roj dê bo me bibe Roja Bavan"

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 293yemîn.

Malbatên ku pabendî tedbîrên Kovîd-19ê dibin û çalakiya xwe ya li ber avahiya HDPyê didomînin, li benda xebereke xêrê ne.

Suleyman Aydinê bav ku ji bo kurê xwe Ozkan çalakiya rûniştinê didomîne, di daxuyaniya xwe da bal kişand ku heta ew negihîjin zarokên xwe, ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Aydin bal kişand ji ber ku ew hesretî kurê xwe ye, ew xemgîn ket Roja Bavan û wiha dewam kir:

"HDPyê Roja Bavan li me kiriye jehr. Kurê min heger vegere wê demê her roj dê bo me bibe Roja Bavan. Ez Roja Bavan a Serokomarê me, Wezîrê me yê Karên Navxweyî û yên ku em tenê nehîştine pîroz dikim."

- "Xwezî kurê min li vir bûya"

Celil Begdaşê bav jî bal kişand ku ew bibiryar e ku heta negihîje kurê xwe Yusuf, çalakiya xwe bidomîne.

Begdaş got ku ji roja ku kurê wî hatiye revandin heta niha wî tu xeber ji kurê xwe hilnedaye û lewma ji ber ku kurê wî ne li cem e, ew xemgîn ket Roja Bavan.

Begdaş wiha axivî:

"HDPyê malik li min wêran kir. Roja Bavan ji bo min zehf zor derbas dibe. Êşa cegerê naşibe tiştekî din. Xwezî kurê min li vir bûya. Înşelah ez ê saleke din bi kurê xwe ra Roja Bavan pîroz bikim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE