"Kurê min ji çiyê te ra feyde tune, were teslîmî dewletê bibe"

Zumrut Salîmê : "Hamza kurê min heke min dibihîzî an jî dibînîn lêxe were. Ez pêrîşan bûm li vê derê. Nexweş dikevim kurê min. Ma ez guneh nînim? Lêxe were. Kurê min ji çiyê te ra feyde tune. Ew rêya te nîne, were teslîmî dewletê bibe."

"Kurê min ji çiyê te ra feyde tune, were teslîmî dewletê bibe"

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 270yî da dewam dike.

Zumrut Salima ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê ji bo Hamzayê kurê xwe yê 6 sal berê di 14 saliya xwe da revandin çiyê beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku heya kurê xwe hilnede ew ê ji pêşiya avahiya bajêr a HDPyê neçe.

Salimê bal kişand ku kurê wê bi xapandin revandin çiyê û wiha dewam kir: "275 roj e em li vê derê ne. Em ê çalakiya xwe bidomînin. Heta zarên xwe hilnedin jî naçin. Em hetanî dawiyê li vê derê ne."

Salîmê got hingî kurê wê çûye dilbirîn in û wiha axivî: "Hamza kurê min heke min dibihîzî an jî dibînîn lêxe were. Ez pêrîşan bûm li vê derê. Nexweş dikevim kurê min. Ma ez guneh nînim? Lêxe were. Kurê min ji çiyê te ra feyde tune. Ew rêya te nîne, were teslîmî dewletê bibe."

- "Em li pêşiya partiya ku zarên gel didize ne"

Suleyman Aydin ji bo Ozkanê kurê xwe yê 5 sal berê hê 15 salî bû bi xapandinê derxistibûn serê çiyê beşdarî çalakiyê bû û got ku ew heta negihêjin ewladên xwe ew ê nobeta xwe bidomînin.

Aydin destnîşan kir ku bi biryardarî çalakiyê didomînin û wiha pê da çû: "275 roj e li benda zarokên xwe ne. Wekî ku em qet tunin tevdigerin. Em di ciyekî da naçin. Di parlamenterên HDPyê da wijdan tune. Heke wijdana wan hebûya ew ê bihatina xwedî derketina.

Aydin got ku li Etîmesguta navçeya Enqereyê ciwanê ku kesên di wesayîtê da bi dengê bilind muzîk guhdarî dikirin hişyar kir bi kêrê hat kuştin, HDPyê hewl da ku li ser medyaya civakî vê vegerîne provokasyonê û wiha axivî: "

"HDP bi tenê provokasyonan dike, wekî mayîn kêrî tiştekî nayê. Heke hûn ewqasî qîmetê didin Kurdî werin li malbatên Kurd xwedî derkevin. Hetanî li ser medyaya civakî wî ciwanî tînin rojevê werin li 140 malbatên vê derê xwedî derkevin. Werin ji me ra bêjin ku em ê zaran çitê ji çiyê bînin. Bira pêşiyê werin li malbatên Kurd xwedî derkevin. Heke HDP aştiyê dixwaze bira li zarên me xwedî derkeve. Zarên me ji PKKyê bixwaze."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE