''Kurê min tu li ku bî were, heta tu neyê ez naçim''

''Kurê min tu li ku bî were, heta tu neyê ez naçim''

Nobeta ewladan a ku dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên revandine serê çiyê li ser derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dan destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsê revandina serê çiyê ya zarokên xwe dibînin di 1yê îlona 2019an da dan destpêkirin dewam dike.

Dayik Kubar Otkena ku ji Hekariyê ji bo kurê xwe Necmettînê ku 5 sal berê di 18 saliya wî da revandin çiyê hat Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dike got ku kurê wê çû navçeya Yuksekovayê û cardin jê xeber hilnedan.

Otkenê da zanîn ku li ewladê xwe geriyan, HDPyiyan got ku kurê wê li ba wan e û wiha axivî:

"HDPyê kurê min revand, da PKKyê. Kurê min vegere, birayê te di rûyê te da nexweş ket. Hesreta te, êşa te dikşîne. Kurê min tu li ku bî were. Heta tu neyê ez naçim. Teslîmê eskeran, polêsan bibe."

Dayik Çîgdem Firata ku ji bo keça xwe Meleka ku 5 sal berê ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê revandin çiyê beşdarî çalakiya rûniştinê bû jî bi Kurdî axivî û diyar kir ku heta bigihêje keça xwe dê çalakiyê bidomîne.

Firatê got ku "Heta keça min neyê ez ji ber derê HDPyê naçim." û bangî ewlada xwe kir ku teslîmê hêzên ewlehiyê bibe.

Firatê got ku "Ez ev çend sal e li pey te me, heta tu neyê ez ê neçim malê. Em hemû li benda te ne. Melek heke tu min dibînî ji bo Xwedê were. Em bêriya te dikin. Te dixapînin. Dibêjin ku 'Dewlet dê êşkenceyê li we bike' tiştekî wisa tune. Di van rojan da nêzî 20î zarok hatin. Tu jî were ba diya xwe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE