''Kurê min were em bigihêjin hev, bila ev hesret biqede''

''Kurê min were em bigihêjin hev, bila ev hesret biqede''

Dayikên Diyarbekirê yên ji bo zarokên xwe yên revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobetê digirin bangî zarokên xwe kirin ku ew teslîmî hêzên ewlehiyê bibin.

Dayikên ku ji revandina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê wek berpirsyar dibînin, ji 3yê Îlona 2019ê vir va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan di roja 646emîn da dewam dike.

Dayik Sevgi Çagmara ji bo kurê xwe Yavuz çalakiyê dike got kurê wî di zanîngehê da hatiye xapandin û ew birine çiyê.

Çagmarê got 6 sal e ew hesreta deng û rûyê kurê xwe ye û wiha axivî: "Kurê min ji hêla HDPyê va hat birin. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Heta kurê min bê ez ê ji vir neçim. Kurê min were em bigihêjin hev, bila ev hesret biqede. Deriyê me her tim ji te ra vekiriye. Werin teslîm bibin, dewleta me bişefqet e."

Dayik Nadîre Çakanê jî got kurê wî da Muhammed 10 sal berê dema 15 salî bûye revandine çiyê, ew gelekî geriyane lê wan kurê xwe nedîtiye.

Çakanê got HDPyê zilm li wan kiriye û bangî kurê xwe kir ku ew teslîm bibe.

Çakanê wiha got: "Kurê min, were teslîmê dewleta xwe bibe, dewleta me bihêz e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE