''Kurê min were mala xwe, ew der ne ciyê te ye''

Uçdagê diyar kir ku ew li pey ewladên xwe ne û wiha dewam kir, "Kurê min were, teslîmî hêzên me yên ewlekariyê be. Kurê min were mala xwe, ew der ne ciyê te ye. Heta tu neyê ez ê ji vê derê neçim."

''Kurê min were mala xwe, ew der ne ciyê te ye''

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 434emîn.

Mevlude Uçdag ku ji wan dayikan e, rahêştine wêneyên zarokên xwe û çalakiya xwe didomînin, diyar kir ku ew bibiryar e ku ji bo kurê xwe Ramazan çalakiya xwe bidomîne.

Uçdagê diyar kir ku ew bi hêvî li benda ewladên xwe ne û wiha dewam kir, "Ewladên me ji vê avahiyê çûn. Ji avahiyê hin ajanda û navên zarokên me derketin."

Uçdagê diyar kir ku ew li pey ewladên xwe ne û wiha dewam kir, "Kurê min were, teslîmî hêzên me yên ewlekariyê be. Kurê min were mala xwe, ew der ne ciyê te ye. Heta tu neyê ez ê ji vê derê neçim."

Mehmet Siddik Çiftçi ku ji bo birayê xwe Rahim di çalakiyê da ye jî diyar kir ku ev 5 sal e ew ji birayê wî xeberê nastînin.

Çiftçi diyar kir ku ew naxwazin êdî dê û bavê wan bigirî û wiha dewam kir, "Birayê min were teslîmî dewletê bibe. Ez li Diyarbekirê li hêviya te me. Heta mirinê ez li hêviya birayê xwe me."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE