"Kurê min were teslimî edaleta Tirkiyeyê bibe"

Dayik Solmaz Ovunç: "Kurê min Baran heke dengê min tê were te were teslîmê edaletê be. Ew der ne cihê te ye, te dixapînin. Cihê te hembêza dayikê ye."

"Kurê min were teslimî edaleta Tirkiyeyê bibe"

Nobeta dayikên Diyarbekirê ya li ber Serokatiya Bajêr a HDPyê dan destpêkirin ku zarokên wan ên revandine çiyê li wan bên vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan revandine çiyê di 3yê îlona 2019an da li ber avahiyê partiyê dabûn destpêkirin ket roja 276emîn.

Solmaz Ovunça ku ji bo kurê xwe Baranê ku 5 sal berê dema 15 salî bû çûye beşdarî çalakiyê bûye got ew heta negihêjin zarokên xwe ewê ji vir neçin

- "Hevalên xwe jî hilde were"

Ovunç wiha got, "276 roj e em li vir in. Înşallah kurê min bê û teslîmî edaletê bibe. HDP zarokên temenê wan 10-15 salî dixapîne dibe çiyê. Dê û bavê wan zarokan nabêjin havîn û zivistan li vir rûdinên. Em dixwazin Parlamenterên wan (HDP) bên vir. Bila ji me ra daxuyaniyekê bidin. Bila zarokên me bidin, em ji wan tiştekî naxwazin. HDP çi ji me dixwaze?"

Ovunç bangî kurê xwe kir û wiha axivî: "Kurê min Baran heke dengê min tê were te were teslîmê edaletê be. Ew der ne cihê te ye, te dixapînin. Cihê te hembêza dayikê ye. 13 kes hatin teslîm bûn. Tu yekî jî ceza hilneda. Hevalên xwe jî hilde were. Tu ji ku derê bî derkeve were. Teslîmê Tirkiyeyê be."

- "5 sal e me dev ji şopa zarokên xwe berneda"

Abdullah Demirê ji bo kurê xwe Fatîh çalakiyê dike jî got şewba vîrusa koronayê heye lê dîsa jî ew çalakiya xwe didomînin.

Demir wih axivî: "Em 276 roj e çalakiya xwe didomînin. 5 sal e ez vê çîleyê dikşînim. 5 sal e me dev ji şopa zarokên xwe berneda. Ew (HDP û PKK) zarokên me nîşanî me nade. Heke di mirovekî da merhemet û wîcdan hebe ma vê nabîne. Hêza me tune ku em zarokên xwe ji wir bînin. Lewra ew bê wîcdan in, bê merhemet in, dîn, îman û edaleta wan tune. Bira li birayan didin kuştin. Ma ev mirovahî ye. Ev edalet e. Em ji bo zarokên xwe li vir rûniştin. Zarokekî 10 salî çawa diçe çiyê, çawa çekê didin destê wî? Kurê min bireve were. Teslîmî edaleta Tirkan be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE