"Kurê min were teslîmî dewletê be"

 Nobeta dayikên Diyarbekirê ya li ber Serokatiya Bajêr a HDPyê dan destpêkirin ku zarokên wan ên revandine çiyê li wan bên vegerandin, dewam dike...

"Kurê min were teslîmî dewletê be"

 Nobeta dayikên Diyarbekirê ya li ber Serokatiya Bajêr a HDPyê dan destpêkirin ku zarokên wan ên revandine çiyê li wan bên vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiyê hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiyê partiyê dabûn destpêkirin ket roja 282yemîn.

- "Heta ez kurê xwe hilnedim ezê ji vir neçim"

Dayik Solmaz Ovunça ku ji bo kurê xwe Baranê ku 5 sal berê dema 15 salî bû revandine çiyê çalakiyê dike got ewê heta dawiyê li vir bimînin.

 Nobeta dayikên Diyarbekirê ya li ber Serokatiya Bajêr a HDPyê dan destpêkirin ku zarokên wan ên revandine çiyê li wan bên vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiyê hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiyê partiyê dabûn destpêkirin ket roja 282yemîn.

Ovunç wiha axivî: "Heta ez kurê xwe hilnedim ezê ji vir neçim. HDPyê kurê min teslîmî PKKyê kir. Ez 5 sal e ji ewladê xwe dûr im. 5 sal e ez li dû kurê xwe ketime."

- "40 sal e zilmê li dayikan dikin, ev çi zilm e?"

Dayika Ayten Elhamanê jî got ji bo kurê xwe Bayramê ku 3 sal e ji wî tu xeber hilnedaye beşdarî çalakiyê bûye.

Elhamanê wiha got: "HDPyê zarok, ciwan xapandIN û bir. 40 sal e zilmê li dayikan dikin, ev çi zilm e? Dewleta me li dû me ye. Kurê min were teslîmî dewletê be. Tu carê netirsin. Tu û hevalên xwe birevin û werin. HDP û PKK yek e, ji wan bawer nekin. Ez bangî ciwanan dikim, werin teslîm bibin, xwe bispêrin hembêza dewleta me ya bişewqet."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE