''Kurê min were teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bibe''

Mevlude Uçdaga dayik: Kurê min were teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bibe

''Kurê min were teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bibe''

Dayikên Diyarbekirê yên ku li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ji bo ewladên xwe yên ku bi xapandin revandine serê çiyê dest bi rûniştinê kiribûn çalakiya xwe didomînin. Malbatên di çalakiyê da ne ji ewladên xwe dixwazin ku bila werin û teslîmî hêzên ewlehiyê bibin.

Dayikên Diyarbekirê yên ku seba revandina zarokên xwe yên bi serê çiyê va HDPyê wek berpirsyar dibînin ji 3yê Îlona 2019ê vir va ev 674 roj e çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin.

Mevlude Uçdaga ji bo kurê xwe Remezan beşdarî çalakiyê bûye got ku ewladê wê 6 sal berê bi xapandin hatiye revandin.

Uçdagê destnîşan kir ku ew heta bigihêje ewladê xwe wek dê û bavan ew di vê çalakiya xwe da paşve gav wê neavêje.

Di berdewamiya axaftina xwe da Uçdagê got: "Kurê min biçûk bû û ew xapandin û birin. Kurê min were ba diya xwe, mala xwe. Me pir bêriya te kiriye. Bextê te da me were û teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bibe. Wek 26 malbatên ku gihîştin ewladên xwe û şa bûn tû jî me were dilê me şa bike."

Omer Tokayê ku ji bo kurê xwe yê bi xapandin revandine serê çiyê di çalakiya rûniştinê da ye jî diyar kir ku ew heta bigihîje ewladê xwe wê çalakiya xwe bidomîne.

Tokay destnîşan kir ku ewladê wî ji alî HDPê va hatiye xapandin û teslîmî PKKê hatiye kirin û wiha pê da çû: "HDPê zarokên me bir û teslîmî PKKê kir. Ji ber vê jî ez kurê xwe ji HDP û PKKê dixwazim. Kurê min heke tu bi me hesiyayî were û teslîm bibe. Mêzeke wa eydî jî tê û 23 eydin ku em bêyî te derbas dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE