"Kurd birayên me ne"

Fermandarên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ku piştgiriyê didin Herekata Kaniya Aştiyê, li gundên hatin xelaskirin bi xelkê herêmê ra civiyan û peyama aştî û biratiyê dan

"Kurd birayên me ne"

Fermandarên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) ku piştgiriyê didin Herekata Kaniya Aştiyê, li gundên hatin xelaskirin bi xelkê herêmê ra civiyan û peyama aştî û biratiyê dan.

Li bakurê Sûriyeyê dijî rêxistinên terorê YPG/PKK û DEAŞê Herekata Kaniya Aştiyê ket roja 8emîn.

Artêşa Tirkiyeyê û ANS li gundên hatine xelaskirin xebatên tehkîmatê didomînin.

Wexta ku eskerên ANSyê û şêniyên herêmê civiyan kamerayên AAyê wê demê di qeydê da bûn.

Di dîmenan da fermandarekî ANSyê wiha dibêje, "Em ji bo ku we azad bikin, hatin vê derê. Ereb, Kurd, Mesîhî hemû ji bo me wek hev in. Em ferq û cudahiyê naxin navberê."

Fermandar ji şêniyên herêmê ra got ku netirsin û wiha dewam kir, "Ji we tenê ricayeke min heye. Heke hûn rastî mayîn û defikan tên, ji bo ku zarok nemirin cihê wan bidin nîşanî me."

Fermandar destnîşan kir, kesên ku bixwazin vegerin mala xwe wê rastî miemeleya xerab neyên û wiha dewam kir, "Em ji bo ku PKKyê tune bikin, li vê derê ne. Kurd birayên me ne."

Li ser van gotinan şêniyên gund jî gotin ku dilê wan rehet bû.

Di dîmeneke din da jî gundiyek spasiya eskerên ANSyê dike û wiha dêibêje, "2 sal e mala min di destê wan (YPG/PKK) da bû. We îro mala min paşve da min. Xwedê ji we razî be. Înşeallah hûnê li hember wan serkevin."

Herekatê di 9ê cotmehê da dest pê kir û heta niha du navendên navçeyan, bajarokek (bajaroka Sulukê ya Til Ebyadê) û bi dehan gund ji YPG/PKKya rêxistina terorê hatin xelaskirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE