Kuştina Ceren Ozdemirê: "Wezareta Edaletê lêpirsîneke îdarî daye destpêkirin"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul der barê kuştina Ceren Ozdemirê da got ku der heqê vê meseleyê da Wezareta Edaletê jî lêpirsîneke îdarî daye destpêkirin.

Gul piştî Civîna Nirxandina Herêmî ya Edaletê ku li Qesra Edaletê ya Çaxlayanê hat lidarxistin daxuyanî da rojnamevanan.

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul der barê kuştina Ceren Ozdemirê da diyar kir bawer dikin ku ev kujer wê cezayê heq dike hilde û wiha got: "Der heqê vê meseleyê da Wezareta Edaletê jî lêpirsîneke îdarî daye destpêkirin."

Abdulhamît Gul destnîşan kir mijarên ku kujerê Ceren Ozdemirê derxistina hepsa vekirî û firarkirina wî bi berfirehî tên lêkolînkirin.

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul der barê hepsa vekirî da wiha peyivî: "Ev mijar li parlamentoyê divê bê nirxandin. Şert û mercên hepsa vekirî îro nehatine eşkerekirin. Ev pergal ji berê da li Tirkiyeyê heye. Ji ber bûyerên der barê pergalê da diqewimin helbet him ji hêla îdarî û him jî ji hêla hiqûqî va wê li serê xebat bên kirin."AA

Dîroka nûkirinê: 06 Kanûn 2019, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE