Li Bexdaya paytextê Iraqê bi moşekê dijî balafirgehê êrîş hat kirin û di êrîşê da Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Suleymanî û alîkarê serokê rêxistina Heşdî Şabiyê ya nêzikî Îranê Ebu Mehdî el-Muhendis hatin kuştin.
Di nûçeya televizyona dewletê ya Iraqê da wiha hat gotin "Li gor agahiyên çavkaniyên çapemeniyê yên Heşdî Şabiyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Suleymanî û Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê Ebu Mehdî el-Muhendis li Bexdayê li ser rêya balafirgehê di êrîşa dijî wesaîtên wan da hatin kuştin."
Rêvebiriya Iraqê ragihandibû ku li Balafirgeha Bexdayê û derdora wê bi moşekan êrîş hatiye kirin.