"Îlana sûc ya ji bo wezîfedarkirinên dijî qanûnê ji HSKyê ra hat şandin"

Serokê YSKyê Guven got, "Îlana sûc ya der barê serokên lijneyên hilbijartinê yên navçeyan û rayedarên din ku di hilbijartinê da wezîfedarkirinên dijî qanûnê kiribûn, ji HSKyê ra hat şandin"

"Îlana sûc ya ji bo wezîfedarkirinên dijî qanûnê ji HSKyê ra hat şandin"

Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) Sadî Guven daxuyaniya nivîskî da û li ser serokên lijneya hilbijartinê yên navçeyan û rayedarên din ku di 31ê Adarê da di Hilbijartina Giştî ya Îdareyên Herêmî da wezîfedar bûn û der heqê wan da lêpirsîn vebû, lê wê cardin di hilbijartina Stenbolê ya 23yê Hezîranê da wezîfeyê bikin, sekinî.

Guven got, "Mecbûriyeta qanûnî ye ku serokên lijneya hilbijartinê yên navçeyan dadgerê herî biqidem be. Cihê wezîfeya dadgeran bi destê Lijneya Dadger û Dozgeran tê kifşkirin. Tayînkirina dadgeran rayeya LHByê nîne."

Guven destnîşan kir ku îlana sûc ya der barê serokên lijneyên hilbijartinê yên navçeyan û rayedarên din ku di hilbijartinê da wezîfedarkirinên dijî qanûnê kiribûn, ji HSKyê ra hat şandin û wiha dewam kir:

"Der barê rêveber û rayedarên din ên ku li rêveberiyên hilbijartinê yên li Stenbolê wezîfedar bûn, lêpirsîna disîplînê hat destpêkirin. Bêusûliyên di hilbijartinê da berçav hatin girtin û 13 rêveberên hilbijartinê ji bo wîlayetên cuda hatin tayînkirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Hezîran 2019, 09:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE