Lavrov: "Em qîmeteke mezin didin hewldanên dostên xwe yên Tirk"

Lavrov ji bona korîdora li Behra Reş got ku heger terefê Ukraynayê ji bona xebatên ku mayîn tunebin amade be em jî amade ne

Lavrov: "Em qîmeteke mezin didin hewldanên dostên xwe yên Tirk"

Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov, "Em qîmeteke mezin didin hewldanên dostên xwe yên Tirk. Ev zehf girîng e."

Lavrov û Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu piştî hevdîtina li Kuliyeya Serokomariyê di daxuyaniya çapemeniyê da axivîn.

Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov der barê korîdora li Behra Reş bê avakirin da wiha got, "Em qîmeteke mezin didin hewldanên dostên xwe yên Tirk. Ev zehf girîng e."

Lavrov ji bona korîdora li Behra Reş got ku heger terefê Ukraynayê ji bona xebatên ku mayîn tunebin amade be em jî amade ne.

Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov diyar kir ji bona xebatên ewlehiya keştiyên ji bendergehên Ukrayna derdikevin amade ne û got em amade ne ku bi hevtayên xwe yên Tirk ra bixebitin.

Lavrov destnîşan kir raya giştî armancên operasyonên wan yên eskerî baş dizane û got ku em ê bigihêjin armancên xwe.

Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov der barê fikarên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê da wiha got, "Li ser sînorên (Sûriye) wan di mijara gefên ku ji ber hêzên dervayî çêdibin da, di mijara hesasiyetên dostên xwe yên Tirk da baldar in."

Lavrov got ku Amerîka (li Sûriyeyê) bi awayekî nemeşrû destekê dide hin rêxistinan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE