Lêpirsîna gefa li ser aborîyê

Derheqê kesên ku gefan li ewlehiya aboriyê dixwin de lêpirsîn hat destpêkirin...

Lêpirsîna gefa li ser aborîyê

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derheqê  kesên ku gefan li ewlehiya aboriyê dixwin, lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriyê derbarê lêpirsînê da daxuyandinek belav kir.

Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ser êrîşên li hember aştiya civakî , aramiya navxweyî, yekîtî û ewlehiya aboriya Tirkiyê.

Hat destnîşan kirin ku derbarê kesên ku bi her awayî xîzmeta wan êrîşan dikin, li ser tora civakî xeber û çalakiyên xerap dikin lêpirsîn hat destpêkirin.

Lêpirsîn di çarçoveya Qanûna Cezayê, Qanûna Bankan, Mewzûata SPK û madeyên qanûnên tekîldar de hat destpêkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE