Lezgîn: "Em li bendê ne ku Peymana Şengalê bê sepandin"

Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan diyar kir ku PKK ya Şengal dagir kiriye ji Iraqê jî mehaniyê distîne.

Lezgîn: "Em li bendê ne ku Peymana Şengalê bê sepandin"

 Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan ê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Serbest Lezgîn diyar kir ku PKKya rêxistina terorê Şengala navçeya Mûsilê dagir kiriye û li Iraqê hin kom jî bi PKKyê ra şirîkatiyê dikin.

Lezgîn daxuyanî da qanala têlevizyona Kurdistan 24ê ya navend Hewlêr e û pirsgirêka PKK ya ku li Şengal dagirkiriye û lazim e li gorî lihevkirina peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê da vekişiya, nirxand.

Di axaftina xwe da Lezgîn got: "Li Şengalê PKK û komên girêdayî wê ne hê jî disekinin. Ew herêm dagir kirine û li wê derê disekinin. Li Iraqê hin kom jî alî PKKyê dikin û pê ra şirîkatiyê dikin. Heta hatiye merheleyeke wisa ku PKK cil û bergên wan koman li xwe dike. Diçin serdanan. Di heman demê da ji ser wan koman ji hikûmeta navendî ya Iraqê mehaniyê jî distînin."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 9ê Berfanbarê da daxuyanî da û got: "Em li bendê ne ku Peymana Şengalê bê sepandin lê hê jî tu sepandinek neketiye rewacê. PKK û tu hêzêke girêdayî wê ji Şengalê derneketine. Bi tenê ji bo çend saetan cil û berg guhertin û vekişîn Çiyayê Şengalê û paşê dîsa paşve vegeriyan. Hejmara wan jî zêdetir bû."

Di navbera Bexda û Hewlêrê da di cotmehê da Peymana Şengalê hatibû îmzekirin û li gor peymanê PKKya rêxistina terorê wê ji herêmê bihata derxistin.

Piştî peymanê rêveberiya Bexdayê hêzên polêsan li herêmê bi cî kir û dosyayên ewlehiyê hilda bin kontrola xwe.

Iraq her çiqas bibêje ku peymana tê sepandin jî PKK li herêmê hebûna xwe didomîne û pirsên wek ku dema derkevin wê bi kê derê va biçin, çawa derkevin hene. Meqamên fermî yên Iraqê heta îro di vê mijarê da jî tu daxuyaniyek nedan û neweşandin ev yek jî balê dikşîne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE