Li 32 parêzgehan dengdayîn kuta bû

Di Hilbijartinên Giştî yên Rêveberiyên Mehelî da li 32 parêzgehan dengdayîn kuta bû

Li 32 parêzgehan dengdayîn kuta bû

Di Hilbijartinên Giştî yên Rêveberiyên Mehelî da li 32 parêzgehan dengdayîn kuta bû.

Li gorî biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH), li 32 parêzgehan ku ev jî Adiyaman, Agirî, Artvin, Bîngol, Bidlîs, Diyarbakir, Elazig, Erzingan, Erzurum, Gazîentab, Giresun, Gumuşhane, Hekarî, Qers, Meletî, Kahramanmaraş, Mardîn, Muş, Ordu, Rize, Sêrt, Sivas, Trabzon, Tunceli, Şanliurfa, Wan, Bayburt, Batman, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîs in, dengdayîna ku serê sibehê saet 07.00an dest pê kir, ji saet 16.00an pê va kuta bû.

Li parêzgehên mayîn ku dengdayînê di saet 08.00an da dest pê kir, rayavêtin dê di saet 17.00an da kuta bibe.

Heger maweya dengdayînê kuta bibe û dengdêr jî ji bo dengdayînê li ber sandoqan bisekinin, dê ji aliyê serokên sandoqan va bên jimartin û dê ev dengdêr dengê xwe bidin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE