Li Agiriyê di çarçoveya projeya "Di Perwerdeya Sereke da 10 hezar Dibistan" da ji bo 259 dibistanan 10 hezar alavên werzişê û enstrumanên ku ji 28 berên cuda pêk tên, hatin belakirin.
Wezareta Perwerdeya Neteweyî ji bo kêmkirina ferqa serkeftin û derfetên navbera dibistanan û di perwerdeyê da ji bo xurtkirina wekheviyê projeya "Di Perwerdeya Sereke da 10 hezar Dibistan" kir rewacê. Di çarçoveya projeyê da ji bajêr ra alav hatin şandin û seba belakirina alavan li Lîseya Sporê bername hat lidarxistin.
Waliyê Agiriyê Osman Varol, Rektorê Zanîngeha Îbrahîm Çeçenê Prof. Dr. Abdulhalîk Karabulut, Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr Hasan Kokrek û kesên bi wan ra li alavên standan nihêrîn.
Di çarçoveya projeyê da li 259 dibistanên bajêr 10 hezar alavên werzişê û enstrumanên ku ji 28 berên cuda pêk tên, hatin belakirin.