Li Almanyayê di hilbijartina giştî da Partiya Demokrat a Sosyal bû yekemîn

Lijneya Hilbijartinê ya Federal encamên fermî yên berwext ên hilbijartina giştî yên ji bo pêkhatina Meclisa Federal a Serdema 20emîn, eşkere kirin.

Li Almanyayê di hilbijartina giştî da Partiya Demokrat a Sosyal bû yekemîn

 Li Almanyayê di hilbijartina giştî da Partiya Demokrat a Sosyal (SPD) ji sedî 25,7 deng wergirt û bû yekemîn.

Lijneya Hilbijartinê ya Federal encamên fermî yên berwext ên hilbijartina giştî yên ji bo pêkhatina Meclisa Federal a Serdema 20emîn, eşkere kirin.

SPD ku Wezîrê Darayiyê Olaf Scholz wekî namzedê serokwezîriyê nîşan da, di hilbijartinê da ji sedî 25,7 deng wergirt.

SPDya ku li gorî hilbijartina 2017an puanê xwe 5,2 zêde kir, ji 2002yan vir va ji bo cara ewil di hilbijartinê da bû yekemîn.

Partiyên Yekîtiya Xirîstiyanan (CDU/CSU) ku Armin Laschetê Serokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratên Xirîstiyan wekî namzedê serokwezîriyê nîşan da jî ji sedî 24,1 deng wergirt û bû duyemîn.

Dengên CDU/CSUyê ku ji CDU û her wiha Partiya Yekîtiya Sosyal a Xirîstiyan (CSU) pêk tê ku CSU li eyaleta Bavyerayê rêkxistî ye, li gorî hilbijartina 2017an ji sedî 8,9 kêm bû.

Bi vî awayî CDU/CSUyê ji Şerê Duyemîn ê Cihanê vir va di hilbijartinên giştî da rêjeya herî nizim a dengan wergirt.

Partiya Kesk dengên xwe li gorî hilbijartina 4 sal ewil 5,8 puan zêde kir û bi 14,8an bû sêyemîn, Partiya Demokratên Hur (FDP) ku puanê xwe 0,7 zêde kir jî bi sedî 11,5an va bû çaremîn.

Partiya Kesk bi vê encamê rêjeya herî bilind a dengan a di hilbijartinên giştî da bi dest xist.

Partiya Alternatîfa Almanyayê (AFD) a dijberê Koçber û Îslamê jî li gorî 2017an rêjeya dengên wê sedî 2,3 daket û bi 10,3yan va bû partiya pêncemîn.

Partiya Çep jî li gorî hilbijartina berî niha dengên wê 4,3 kêm bû û bi 4,9an va bû partiya şeşemîn.

Li gorî encamên fermî yên berwext dabeşiya parlamenteran a li meclisê wiha ye:

SPD 206, CDU/CSU 196, Partiya Kesk 118, FDP 92, AfD 83, Partiya Çep 39.

Ji aliyekî din va Yekîtiya Dengdêrên Schleswiga Başûr (SSW) jî dê bi parlamenterekî di meclisê da cih bigire ku kêmneteweya Danîmarkayî damezirand û bi verastkirina taybet va ji bendava hilbijartinê muaf e.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE