Li Almanyayê gel ji bo hilbijartinê çû ser sandiqê

Li Almanyayê gel ji bo hilbijartinê çû ser sandiqê

 Li Almanyayê gel ji bo ku Meclisa Federal a heyama 20emîn (Bundestag) hilbijêre çû ser sandiqê.

Hilbijêr serê sibê ji bo ku raya xwe bidin çûn navendên hilbijartinê.

Hilbijartinê bi saeta herêmî di saet 08.00î da (bi saeta Tirkiyeyê 09.00î) dest pê kir û ewê heta saet 18.00î (bi saeta Tirkiyeyê 19.00î) dewam bike.

Li Almanyayê nêzîkî 60,4 milyon kes hilbijêr in û 47 partî beşdarî hilbijartinê bûn.

Di hilbijartinê da 6 hezar û 211 namzed ketine reqabetê.

Li 16 eyaletan 299 herêmên hilbijartinê hatin diyarkirin ku li van deran 85 hezar sandiq hatin danîn.

Li Meclisê 709 parlamenter hene, lê ji ber guherîna pergala hilbijartinê dibe ku ev hejmar zêde bibe.

Li Almanyayê ji 100î zêdetir Tirkên li Almanyayê dijîn jî namzed in û tê texmînkirin ji wan 20 kes wê bên hilbijartin.

Di vê hilbijartinê da 2 milyon û 800 hilbijêr wê cara ewil ray bidin, 31,2 milyon hilbijêr jin û 29,2 milyon hilbijêr jî ji mêran pêk tên

Tê texmînkirin îsal ji sedî 40ê rayan wê bi rêya nameyê bê bikaranîn.

Serokwezîr Angela Merkela 16 sal e welêt bi rê va dibe wê di vê hilbijartinê da nebe namzed.

Serokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Xrîstyanan (CDU) Armîn Laschettê 60 salî namzedê partiyên Yekîtiya Xrîstyanan (CDU/CSU) e.

Wezîrê Darayiyê Olaf Scholzê 63 salî namzedê Partiya Demokrat a Civakî (SPD) û Annalena Baerbocka 40 salî ya Hevseroka Partiya Keskan jî namzeda vê partiyê ye.

.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE